Li Erziromê ji bo Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî 2025-05-15 13:24:08   ERZIROM - Di daxuyaniya li Erzîromê de bi boneya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, hate tekez kirin ku "Birêz Abdullah Ocalan jî bi taybetî dibêje ku meseleya zimanê dayikê bi qasî nan û avê girîng e."   Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Erzîromê bi boneya Roja Zimanê Kurdî daxuyaniyek çapemeniyê li dar xistin. Gelek kes beşdarî daxuyaniya li ber avahiya bajêr a DEM Partiyê bûn û pankartek bi nivîsa "Her dem kurdî li her derê kurdî" hate vekirin. Li ser navê saziyan Hevserokê Bajarê DEM Partiyê Bariş Kemaloglû daxuyaniya çapemeniyê xwend.   'Meseleya zimanê dayikê bi qasî nan û avê girîng e'   Bariş Kemaloglu bal kişand ser roja Cejna Zimanê Kurdî ya 15'ê Gulanê û got, "Gelê Kurd her tim ji bo parastina zimanê xwe li ber xwe daye û qet nehiştiye ku zimanê wan were jibîrkirin. Birêz Abdullah Ocalan jî dibêje, meseleya zimanê dayikê bi qasî nan û avê girîng e."   'Ger zimanê me tune be, em ê jî bimirin'   Piştre, Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş jî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got, "Bi salan e ku hikûmet dixwaze zimanê Kurdî tune bike. Ev polîtîka îro jî berdewam dike. Zarokên me hîn jî nikarin li dibistanan bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibînin. Ji ber vê sedemê, gelê Kurd bi dehan salan e ji bo zimanê xwe têdikoşe."