ROJEVA 8'Ê GULANA 2025'AN 2025-05-08 09:00:00     *Jinên çûn sîna Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureya Onder, diyar kirin ku têkoşîna aştiyê ji cihê hiştiye bidomînin. DÎMEN HEYE    *Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Rabîa Doner Çakir projeyên şaredariyê yên salekê wiha vegot: “Bêguman riya li ber me dirêj e. Lê bi baweriya em ji gelê xwe digirin, bi pergala hevserokatiyê em gavên xurt davêjin.” DÎMEN HEYE    *Endama Weqfa Aştiyê Fatma Unsal têkildarî daxuyaniya ku der barê mafê hêviyê de dane  axivî û got: “Mirovên ku bi salan e girtîne û di çarçoveya sûcên li hember dewletê hatine dîtin û ji mafê hêviyê fêdeyê nagirin, hene. Di vê mijarê de sererastkirinên qanûnî wê ji bo pêvajoya aştiyê bi fêde be.” DÎMEN HEYE    *Sekretera Jinan a Şaxa Hejmara 2'yan a SES'ê ya Îzmîrê Dr. Sîbel Uyan da zanîn ku di alî xwegîhandina xizmeta tenduristiyê de zehmetiyên ku jin dikşînin roj bi roj zehmet dibin û nebûna polîtîkayên tenduristiyê ya jinan û nêzîkatiyên li hember penaberan, girêdayê polîtîkaya dewletê ye. DÎMEN HEYE    *Bi paşveçûna bêdeng a berfê li Geliyê Şivişk ê gundê Welto, xweza dîsa dest bi nefesgirtinê kiriye. Bi vê şiyarbûna pîroz re, Guldexîn bi rengê xwe ahengekê belav dike. Bi bedewiya xwe ya balkêş, ew reng, ruh û kêfxweşiya biharê derdixe holê. JÎN GALERÎ