‘Divê derfetên perwerdehiya zimanê dayikê bên dayîn’ 2025-05-14 09:07:01   ENQERE - Xwendekarên ANKA-DER’ê diyar kir ku divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu û wiha gotin: “Ziman ne tenê alava têkiliyane. Her tişte;çand, huner û jiyan bi xwe ye.”   Xwendekarên li Komeleya Ziman Çand û Hunerê ya Anka(ANKA-DER) bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî axivîn û diyar kirin ku divê dawî li polîtîkayên asîmîlasyonê û qedexeyan bê û daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê kirin.   Divê xwendekar bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin   Fatma Surucu ya li ANKA-DER’ê perwerdehiyê dibîne, da zanîn ku 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî rojek girînge û got: “Zimanzan Mîr Celadest Alî Bedirxan û hevalên xwe bi tîpên latîni kovara Hawarê derxistine. Ji ber vê ev roj wek Cejna Zimanê Kurdî hat îlankirin.Ji Kovara Hawarê qêrînek heye, ev qêrîna ji bo zimanê Kurdi ye. Ji ber vê divê zimanê me winda nebe. Divê bibe zimanê fermî û pwerdehiyê. Bila li dibistanan bibe zimanê perwerdê. Bila xwendekar bi zimanê xwe perwerdehiyê bigirin. Ziman ne tenê avala têkiliyane, her tişte, çand, huner û jiyan xwe ye. Divê derfet bên dayîn.”   Divê em zaravayê Zazakî jî bidin jiyîn   Fatma Surucu di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser zaravayê Zazakî û got: “Li gorî UNESCO’yê 1500 ziman tune bûne. Li Tirikyeyê jî zaravayê Zazakî ya Kurdî bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye. Divê em xwedî lê derkevinû bidin jiyîn. Bila dayik bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin. Divê Kurdî bê pêşxistin.”   ‘Hawar’ destpêkek girîng e   Yeter Çevîk jî destnîşan kir ku ziman di avakirina çand û hunerê de girînge û wiha domand: “Ez cejna zimanê Kurdî pîroz dikim. Ji bo Kurdan rojek girînge. Rojek taybet û dîroki ye. Mîr Celadet Bedirxan û hevalên xwe bi tîpên latîni kovarek derxistin. Ev kovar Hawar e. Hawr destpêkek girînge. Ji bo Kurdan bûye dibistan. Ji ber vê ev roj wek cejn hatiye qebûlkirin.”   ‘Zimanek tune bibe mirovahî tune dibe’   Yeter Çevîk di dawiyê de balkişand ser polîtîka asîmîlasyonê ya sedsale tê meşandinê û wiha dawî lê anî: “Ziman çima girînge? Zimanê me sed sale tê asîmîlekirin. Bi poîtîkayan hatiye qedexeirin. Ziman nirxa mirovahiyê ye. Ziman tune bibe mirovahî tune dibe. Ziman ji bo hemû gelan hewcedariye. Em li dijî tu zimanî nînin. Çiz iman dibe bila bibe bila bijî. Divê her kes zimanê xwe fêr bibe û bi zimanê xwe bixwîne perwerdê bigire.”