Bibîranîna damezrînerên PKK'ê li Tuzluçayirê di roja 3'yem de ye 2025-05-15 15:03:02   ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, tevli bîranîna ku ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altun di roja 3’yemîn de tê lidarxistin, bûn.    Bîranîna ku ji bo kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li Tuzluçayirê ya Enqereyê tê lidarxistin, di roja xwe ya 3'yemîn de berdewam dike. Ji 13'ê Gulanê ve gelê Tuzluçayirê û gelek siyasetmedar beşdarî bîranînê bûne û li mala malbata Riza Altun hatine lidarxistin.   Xwişka Riza Altun, Bezar Yildirim, xwişka wî Nurhayat Altun û xwişka Alî Haydar Kaytan Songul Bulut pêşwaziya beşdarên bîranînê kirin, gelek kesan jî di pirtûka bîranînê ya li cihê bîranînê de daxwazên xwe yên "berdewamiya têkoşînê" nivîsandin.