Ji zarokan re pirtûka Repertuara Stranbêjiyê hatin şandin

  • 14:35 9 Gulan 2025
  • Rojane
 
AMED - Komîsyona Zarokan û Komîsyona Çand, Huner û Ziman a DEM Partiyê bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji zarokan re pirtûka Repertuara Stranbêjiyê şandin.
 
Pîrozbahiyên 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî dest pê kirin. Komîsyona Zarokan û Komîsyona Çand, Huner û Ziman a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) bi minasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Postanexaneya Ofîsê ya Amedê ji bo zarokan pirtûkên Repertuara Stranbêjiyê ya Ma Musicê şandin. Parlamenter û Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Berîtan Güneş, Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, endam û rêveberên DEM Partiyê, DBPê û gelek kes tev li bûn.
 
Beriya şandina pirtûkan Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli daxuyanî da.
 
Cemîle Turhalli diyar kir ku divê her roj bibe cejna zimanê Kurdî û wiha got: “Divê her kes li her derî zimanê Kurdî biaxive. Ziman ji bo neteweyekî pirr girîng e. Dema ku ziman ji destê neteweyekî bê derxistin, her tişt tê derxistin. Desthilat polîtîkayên bişaftinê dimeşîne lê em nahêlin ev polîtîka bigihîjin armanca xwe.”
 
Parlamanter Berîtan Guneş jî da zanin ku îro ji bo zarokan ew li vir in û wiha got: “Em hêvî dikin ku her zarokên Kurdî bi zimanê Kurdî biaxive. Ev xebatek pîroz e, ji ber ku zimanê me di nava dorpêçe de ye. Wê li dijî dorpêçkirina ziman xebatên me berdewam bikin. Zarokên ku li vê pirtûkê binêrin wê têde çand û stranên Kurdî bibînin. Em ê ji hezar zarokan re pirtûk bişînin. Yên ku dixwazin zimanê me bi zarokên me bide jîbirkirin, em ê li ber wan rabin û zimanê xwe zindî bihêlin.”
 
Piştî axaftinan bi rêya postayê ji zarokan re pirtûk hatin şandin.