Hayatî Kaytan: Em ê bi we re bin 2025-05-13 16:05:52     ENQERE - Birayê ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan, Hayatî Kaytan peyamek ji bîranîna li Tuzluçayirê re şand û got: “Em ê heta dawiyê bi we re bin. Em ê bi hev re vê rêwîtiya birûmet bi azadiyê tacîdar bikin.”    Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan (Fûat) di 3’yê Tîrmeha 2018’an û Riza Altûn jî di 25’ê Îlona 2019’an de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Kaytan û Altûn li Tuzluçayir a Enqereyê bernameya bîranînê tê lidarxistin.    Di bîranînê de peyama birayê Kaytan, Hayatî Kaytan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Boluyê tê ragirtin, hate xwendin. Peyama JHayatî Kaytan ji hêla Wekîla DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu ve hate xwendin.    Peyama Hayatî Kaytan wiha ye: “Ji zarokatiya xwe heta niha tevahiya hevalên avaker weke xwedayên dilê xwe dibînim. Di tevahiya jiyana xwe de min hewl da dilsoziya bi wan xwedayan re bidomînim, bi wan re bimeşim û bibim hevalê wan. Ez dizanim ev yek gelek zehmet e lê çiqas zehmet dibe bila bibe, li hemberî dilsoziya van hevalan, ji bo ji bîranînên wan re bibin bersiv, ez niha baştir dizanim ka dê çawa bijîm. Di heman demê de, em ji kevneşopiyeke wisa tên ku ji mirinê bawer nakin. Di çanda Elewîtiyê de di Kirmanckî de qala guhertina dinyayê tê kirin. Ji bo min jî wan dinya guherandin. Lê bi me re ne.    Di rêya me de, di herka jiyanê de, di her roja hiltê de, di stêrkên herî biriqî yên asîman de dê her tim bi me re bin. Di her şehadetê de, her stêrkbûn ji bûyîna heman xwînê ya biyolojîk ji bo me gelek girîng nîne.    Dema ez hêdî hêdî ji zarokatiyê derdiketim, rêwîtiya lêgerînê ya birayê me yê mezin Hevalê Fûat dest pê kiribû. Dibe ku me derfet nedîtibe zêde bi hev re dest bijîn lê ji zarokatiya xwe heta niha min têkoşîn her tim bi wan re jiya. Ez ê heta nefesa xwe ya dawî jî bi wan re bijîm. Ji hevalê Fûat zêdetir ez bi hevalê Riza re jiyam, em bi hev re têkoşiyan. Bû yek ji mamosteyên min ê herî mezin ê jiyanê. Di 22 salên xwe yên zindanê de min her tim ew bi bîr anîn, min hewl da layiqê bîranînên wan bim û ev pêvajo hêj didome.    Em niha dest bi rêyeke nû dikin. Ez dizanim ku ev rê dê herî zêde jî me ji hêla gerdûnî ve bihêz bike û dizanim ku tevgera Apoyî dê roleke ku Şoreşa Cotmehê jî derbas dike li xwe bigire. Em tevek, hemû rêhevalên li zindanê em dibêjin ku dê di vê rêya nû ya daniye pêşiya me de bi Wî re bin, weke şagirtên Rêber Apo, dê laneta ‘rêhevaltiya kêm’ li ser xwe biavêjin û layiqî hemû şehîdên xwe bin, layiqî hemû canên xwe yên me ji dest dane bin; em ê bîranîn û xeyalên wan veguherînin rastiyê.    Di serî de serê Rêber Apo, rêhevalên wî, malbatên me û gelê me sax be. Em ê heta dawiyê bi we re bin. Em ê bi we re bijîn, vê rêwîtiya birûmet bi hev re bi azadiyê tacîdar bikin. Bi vî awayî em layiqê Şehîd Fûat û Şehîd Rêheval Riza bibin. Ez hemû gelê me vedixwînim ku bibin yek ji neferên vê rêwîtiya pîroz. Ji tevahiya malbatê re sersaxiyê dixwazim. Ruhê wan şad be. Bi hezkirin û rêzên xwe.”