Besta Botan: Em di nava pêvajoyeke dîrokî de ne 2025-05-16 11:24:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Besta Botan destnîşan kir ku wê ji ber PKK'bûyîna xwe timî bi rûmet û serbilind bin.   Li Kongreya 12'emîn a PKK'ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di navbera 5-7'ê Gulanê de li du qadên cuda bi hemwextî hate lidarxistin, biryarên dîrokî hatin wergirtin. PKK'ê bi vê kongreyê re ji bo pêşî li stratejiyên nû veke biryar da ku avahiya xwe ya rêxistinî fesix bike, karên bi navê PKK'ê têne meşandin rawestîne û têkoşîna çekdarî bi dawî bike.   Ji delegeyên kongreyê Besta Botan got, "Di vê pêvajoyê de wê civaka demokratîk bê avakirin." Nirxandina Besta Botan bi vî rengî ye:   "Destpêkê yê ku PKK ava kir, di heman demê de biryara fesixê dide û yê ku avakarê modernîteya demokratîk e Rêber Apo û di şexsê hevalê Fûat, hevalê Riza, heval Sakîne Cansiz hemû şehîdên şoreşê silav dikim. Weke PKK, weke partî tişta da me, hevalan gelekî anîn ziman. Weke Kurd, weke jin, weke mirov me hebûn di tinebûnê de jiyan kir. Me tehma azadiyê kir.   Dema em zarok bûn ev partî ava bû. Weke şexs jî PKK'yîbûn wê ji bo me rûmet be. Em ê heta dawiyê bi wê rûmeta PKK'bûyînê be.   Rêbertî pêvajoyeke guhertinê dabû destpêkirin. Hevalan qalê kirin, di salên 2000'î de dabû destpêkirin. Bi dehan parêzname nivîsand. Bi taybetî ji salên 2010'an ve manîfestoya civaka demokratîk ji aliyê Rêbertî ve hate nivîsandin. Li ser wê esasê nasnameya nû ya PKK'ê bi taybetî di parêznameya 5'an de nasnameya nû ya PKK'ê derxist pêşiya me.   Erê têkoşîna çekdarî êdî bi dawî dibe. Lê belê têkoşîneke hîn kûrtir, têkoşîneke hîn zêdetir li ser esasê siyaseta demokratîk, civakbûnê, ji her alî ve kûrbûnekê pêwîst dike. Li gorî wê jî ji bo pêvajoya nû jî li ser bingeha em ê bibin pêşengên avaker, destpêkê em ê xwe ava bikin. Li ser vê esasî em ê civaka demokratîk ava bikin. Bêguman kelecana wê jî heye. Pêvajoyeke dîrokî ye. Lê belê di heman demê de kelecaneke ku em karibin di vê pêvajoyê de rola xwe bilîzin heye. Li ser vê bingehê em hevalan silav dikin."