Biryara dadgeriyê cesaretê dide kiryaran 2025-05-17 09:04:26   ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanê biryara xerakirina cezayê muebeta giran yê li kujerê Pinar Gultekîn, gumanbar Cemîl Metîn Avci hatibû birîn, dan û gotin ew biryara dadgeriyê ya ‘sûcê  bi hestên cinawirî qetilkirin tuneye’ qebûl nakin.   Jina bi navê Pinar Gultekîn di 16’ê Tîrmeha sala 2020’ê de li Mûglayê ji hêla Cemal Metîn Avci hatibû şewitandin û qetilkirin. Di doza qetilkirina Pinar Gultekîn de cezayê muebbeta girankirî li bersûc Cemal Metîn Avci hatibû birîn û piştre jî dadgehê bi îdiaya “tehrîka neheq” cezayê Metîn Cemal Avci daxistibû 23 salan. Parêzeran jî ji bo betalkirina biryara daxistina cezayê bersûc, serî li Îstînafê dabû. Biryara daxistina cezayê bersûc a bi hinceta “tehrîka neheq”, ji hêla Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Îzmîrê ve hate betalkirin. Li ser vê yekê, parêzerê bersûc serî li Dadgeha Bilind da. 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind jî îdia kir ku gumanbar Metîn Cemal Avci, cînayet “bi hestên cinawirî nekiriye” û got ku divê ji ber “tehrîka neheq” ceza were daxistin. Dadgeha Bilind, li dijî 2 dengan bi 3 dengan biryara Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Îzmîrê betal kir.   Li Îzmîrê jinên nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jinan bertek nîşanê biryarê dan.   ‘Ew ceza jî bi zextên jinan girtibû’   Ji Pîrebokên Kampusê Sena Tekîn  got jinan doza Pinar Gultekîn ji nêz ve şopandine û got: “Ji ber zextan ceza ligumanbar hat birîn. Lê niha dadgeriyê ceza xera kir. Jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin. Dadgerî dibêje bi ‘hestên cinawirî nekiriye’. Divê ev bê lêpirsînkirin. Ev nêzîkarî cesaretê didin gumanbaran. Helwesta desthilatdariyê ya li hember qetilkirina jinan didome. Li dijî vê em têkoşîna femînîst bilind dikin. Dipên ku jin zarokan bînin dinê. Lê hemû bar li ser milê jinan hatiye barkirin. Li zanîngehan jî rewş heman e. Akademîsyenên tacîzkar, helwestên nîjadperest. Em bi desthilatdariyek ku naxwaze jin bixwînin re rû bi rû ne.”   ‘Em ê dozê bişopînin’   Sena Tekîn got di qetilkirinên jinan de, li şûna sûc û sûcdar bê axaftin, cil û bergên jinan, wê saetê li ku bû, çi dikir, terza jiyanê tê axaftin. Sena Tekîn wiha dawî lê anî: “Xerakirina biryara doza Pinar Gultekîn, desthilatdariyeke ku dijminê jinê ye nîşanê me dide. Lê em ê dozê bişopînin û ji bo qanûna 6284 û Peymana Stenbolê têbikoşin.”   ‘Pergala edaletê li dijî jinan e’   Ji Piştevaniya Mor Denîz Uslu jî daxuyakirin ku bi daxistina cezayên muebatan, pergala edaletê li dijî jinan biryarê dide û wiha bi lêv kir: “Birayê gumanbar Mertcan Avci ku alîkarî da gumanbar hat berdan. Piştî vê bi îstînafê biryara muebeta giran hat dayîn. Lê dadgeriyê xera kir. Pergala darazê ligel gumanbaran cih girt. Bi destê desthilatdariyê polîtîkayên dijminê jinê derdikevin pêş me. Em li dijî biryarê matmayî neman. Em li dijî van divê têkoşîna xwe bilind bikin. Di vê rewşê de ewlehiya tu jinekê tuneye. Ez banga têkoşîna yekbûyî dikim.”   ‘Di dozên jinan de polîtîka desthilatdariyê dertê pêş’   Endama Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Aysel Onen jî da zanîn nokteya ku hiqûq hatiyê ev e ku desthilatdarî bêje çi wê dike. Aysel Onen nirxandina xwe wiha domand: “Hiqûq nemaye. Di doza Pinar Gultekîn de hiqûq dibêje ‘hinek dane hene, em di encama îstînadan gihiştine vê’. Ev ne encama hiqûqê ye. Em bi polîtîkayên deshtilatdariyê yên li hember jinê re rû bi rû ne. Divê em mafê xwe yê topyekun bikar bînin û îtîraz û dengê xew xurt bikin. Jin bê nirx tên hiştin. Ji bo ev pergal biguhere hewcedarî bi yekitiya jinan heye.”