Li Lozanê bernameya Cejna Zimanê Kurdî

  • 20:23 10 Gulan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Lozanê Cejna Zimanê Kurdî bi penala li ser girîngiya têkoşîna ziman a li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê hat pîrozkirin.
 
Bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li bajarê Lozanê yê Swîsreyê çalakiyek pîrozbahiyê hat lidarxistin. Gelek kes beşdarî pîrozbahiya ku ji hêla Enstîtuya Kurd a Swîsreyê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozanê ve hat organîzekirin bûn.
 
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre zarokên ku beşdarî qursên zimanê Kurdî li Enstîtuya Kurd a Swîsreyê dibin, sirûda neteweyî ya Kurd ‘Ey Raqîb’ xwendin.Bername bi panelekê berdewam kir. Di panelê de nivîskar-helbestkar Mahsûm Nîsebînî û Hevseroka Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Dîlber Hema axivîn.
 
Mahsûm Nîsebînî li ser dîrok û xalên werçerxê yên zimanê Kurdî rawestiya û zaravayên Kurdî wekî "şaxên heman darê" pênase kir. Mahsûm Nîsebînî bal kişand ser têkoşîna ziman a li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê û girîngiya pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî. Mahsûn Nisêbînî di dawiya axaftina xwe de helbesteke ku wî nivîsandibû xwend.
 
Hevseroka Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Dîlber Hema jî bal kişand ser erka Kurdên li dîasporayê ya ji bo Kurdî. Hema di dawiya axaftina xwe de şehîdên ziman û çanda Kurdî bi bîr anî û soz da ku wê têkoşîna wan mezin bikin. Hema Rojnameya Hawarê û pêşengê wê Celadet Alî Bedirxan jî bi rêzdarî bi bîr anî.
 
Çalakî bi xwendina helbest û stranên zarokên ku beşdarî qursên ziman dibin ve berdewam kir. Çalakî bi gerandina govenda li ber stranên hunermendên TEV-ÇAND’ê bi dawî bû.