Sebahat Tuncel: Kesên ku demê rast bixwînin dê bi ser kevin

  • 16:45 17 Gulan 2025
  • Rojane
 
RIHA - Aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tuncel di panelê de li ser geşedanên di pêvajoya dawî de axivî, diyar kir ku baweriya Kurdan bi Abdullah Ocalan heye û got, "Mijara eslî ji nû ve avakirina qada siyaseta demokratîk û hiqûqê ye. Pêdiviya me bi makeqanûneke azadîxwaz heye. Yên ku demê rast bixwînin wê bi ser bikevin."
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel di panela bi sernavê “Pêngava Aştiyê ya Yekemîn: Azadkirina Girtiyên Nexweş” ku ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê ve hat lidarxistin de axivî û got; Li ser mijarên binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi taybetî girtiyên nexweş, Banga Sedsalê ya di 27'ê Sibatê de hat kirin û fesihkirina PKK'ê rawestiya.
 
Gotina aştiyê ya Kurdan
 
Sebahat Tuncel, bal kişand ser pêvajoya nû ya ku hatiye destpêkirin û got, "Kurd bi salan e dibêjin aştî. Çareseriya bingehîn a pirsgirêka Kurdan aştî ye. Ji bo aştiyê heta niha dewletê bi zelalî destê xwe nedaye Kurdan. Di salên dawî de birêz Ocalan got, 'Ez li muxatabekî digerim.' Lê belê di pêvajoya borî de erdogan mase qulipand. Plana hilweşandinê di Desteya Rêveber a Navendî de pêk hat. Ji aliyê dewletê ve tayînkirina qeyûman jî parçeyek ji vê yekê ye."
 
‘Em ê modernîteya demokratîk ava bikin’
 
Sebahat Tuncel wiha berdewam kir: “Di 27’ê Sibatê de birêz Ocalan bangawazî kir û di 12’ê Gulanê de PKK xwe fesih kir. Li kolanan dipirsin: ‘Gelo bawerî bi dewletê tê?’ Helbet baweriya me bi wê nîne. Em ê li dijî modernîteya kapîtalîst rê li ber gelek tiştan vekin."
 
'Yên ku bang rast dixwînin dê bi ser kevin'
 
Sabahat Tuncel got, "Dema demokrasî ava bibe, wê ji bo her kesî ava bibe" û wiha dewam kir: "Têkoşîna gelê Kurd armanc dike ku ji zemîna pevçûnê derbasî qada siyasî û hiqûqî bibe. Em bi moral û coşa vê rêya xwe didomînin. Ger em ê behsa pêvajoya aştiyê bikin, ya girîng rewşa girtiyên nexweş e. Ji ber ku rewşa girtiyên nexweş tenê ne rewşa girtiyên nexweş e di heman demê de em bahsa jiyanê dikin. Divê rewşa girtiyên siyasî nebe mijara niqaşê û kesên ku demê rast bixwînin wê bi ser kevin."
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.