
DBP: Xwedîderketina li pêvajoyê berpirsiyariyek dîrokî ye
- 19:27 12 Gulan 2025
- Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN – DBP’ê têkildarî kongreya PKK’ê daxuyanî da û diyar kir ku biryara PKK’ê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd destpêkek nû ye.
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî biryarên 12emîn Kongreya PKKê daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Daxuyaniya DBP’ê bi vî rengî ye:
“Danezana ku PKKê piştî 12emîn Kongreya xwe ya ji raya giştî re ragihand, ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê destpêka pêvajoyeke nû ye. Biryarên ku ji kongreye hatin girtin, ne tene ji bo Kurdistan û Tirkiyê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn wê derî ji aştiyeke mayînde re veke.
Tevgera Azadiya Kurd, wekî duh îro jî berpirsyariya xwe ya sazkirina jiyaneke demokratîk, pir çandî, pir bawerî û pir nasnameyî didomîne. Ji ber vê yekê jî, ji bo jiyanake wekhev û azad bikeve meriyetê, ji bo hewldanên vê pêvajoyê bi erênî bi encam bibin divê dewlet û hikumet gav bavêjin. Her wiha divê muxalefeta civakî û siyasî jî bi hêzeke mezin xwedî li vê pêvajoyê derbikevin.
Têkoşîna çandî, bawerî û nasnameyî her wiha daxwaza statuyê ya ku gelê Kurd di sedsala 20’mîn de bi berdilên giran meşand, di vê sedsala nû de jî bi veguhestina azadiyê, edaletê û demokrasiye ji nû ve saz dibe.
Ji bo jiyanake hevpar ava bibe, divê îradeyeke mezin pêş bikeve. Ji ber vê yekê jî em car din diyar dikin ku, divê li ser esasên hiquqa gerdûnî, li ser esasên mafên mirovan û nirxên demokrasiye sazkirina civakeke nû pêk bê.
Di vî warî de bi banga birêz Ocalan a 27’ê Sibatê ve û bi 12mîn Kongreya PKKê ve ji bo serkeftina vê pêvajoyê em derbasî qonaxeke dîrokî bûn. Ji ber vê yekê jî, ji bo xwedîderketina iradeye çareseriyê, ji bo pêşxistina pêvajoyê di serî de qada siyasetê divê tevî dînamîkên civakî peywira xwe ya eslî û dîrokî bi cih bînin.
Têkoşîna 50 salî ya ‘Parastina Gel’ bi banga Birêz Ocalan a 27ê Sibatê ve ji têkoşîna siyasî û demokratîk re bingeheke nû ava dike! Xwedîderketin û bi hêzkirina ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ divê wek berpirsyariyeke dîrokî bê dîtin.
Bi vê berpirsyariyê ve em li hember tevî cangoriyên ku heya niha jiyana xwe ji dest dayî rêz digrin. Bi vê mabestê em ji gelê xwe radigihînin ku; ji bo avakirina civakake demokratîk a ku xeyala wê tê kirin, em ê bi tevî hêz û hewldanên xwe xwedî li pêvajoyê derbikevin û îradeya çareseriyê bi hêz bikin.”