
Têkoşîna ziman, nasname û hebûnê: Mafê zimanê dayikê
- 09:04 11 Gulan 2025
- Çand û Huner
ÎZMÎR - Yasemîn Elban, Gulsum Yaman û Rabîa Pakîsan der barê polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hember Kurdan û têkoşîna li dijî van polîtîkayan axivî û balkişandin ser girîngiya têkoşînê.
Polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hember zimanê Kurd bi salane ji aliyê desthilatdariyan vet ê meşandin. Gelê Kurd li dijî vê li her qadê bi axaftina zimanê xwe, ziman didin jiyîn. Di dîroka 15’ê Gulana 1932’yan de Celadest Alî Bedirxan kovara Hawar a Kurdî weşand û di vê dîrokê de her sal Cejna zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
Ji rêveberên Saziya Ziman a Avesta ya Îzmîrê Mamoste Yasemîn Îlhan diyar kir ku gelê zimanê xwe winda bike tune dibe û balkişand ser girîngiya perwerdehiya Kurdî. Xendekara Saziya ziman a Avestayê Gulsum Yaman jî da zanîn ku ew wek Tirk tevli dersên Kurdî dib û got fêkirina ziman berpirsyariya civakiye. Xwendekara saziya ziman Avestayê, Rabîa Pakîstan jî got divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.
‘Dîroka kurdan kevnar e'
Yasemîn Eman da zanîn ku dîroka Kurdan kevnare û gelekî qedîme û got: “Beriya Sumeran Kurd hebûn. Şaristanî bi Sumeran dest pê kir û li cîhanê belav bûn. Niha li cîhanê Sumer nayên dîtin. Asîmîle bûn. Tirkiye 101 sale li ser Kurdan asîmîlasyonê pêk tîne. Kurdan vî sedsalî de bedelên mezin dan. Kurdistan hat dagikirin û polîtîkayên asîmîlasyonê pêk hatin. Kurd heta îro bi saya zimanê xwe hatin. Em dixwazin zimanê me bibe fermî.”
‘Ziman tunebe gel jî tuneye’
Yasemîn Elban daxuyakirin ku bêyî ziman gel jî tune dibe û got: “Bavê min gelek li ser ziman disekinî. Digot ‘yên zimanekî biyanî biaxivin tune dibin.’ Em wî niha baş fêm dikin. gotinên wî rast bûn. Divê zarokên me bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Bi ziman perwerdehî dîtin mafê gelane. 50 sal berê hejmara nivîskarên Kurd hîn kêmtir bûn. Piştî Kurdîder hat vekirin şax hatin vekirin û kampanya hatin vekirin, gele kesî bi zimanê xwe ders girtin. Li Bakurê Kurdistanê ev wek ronesansê bû."
‘Têkoşîna hebûnê ya Kurdî’
Rabîa Pakîstan jî da zanîn ku Gelê Kurd her tim hatiye binpêkirin û hebûna Gelê Kurd zimanê dayikê ye. Rabîa Pakîstan wiha dirêjî dayê: “Dê bavê me her tim digot ‘Hûn her tiştî winda bikin jî ziman winda nekin, xwedî lê derkevin’. Em xwişk û bira heta pêwist nebe Tirkî naxivin. Em bi zimanê xwe axifitin. Bêguman ev têr nake.Divê zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê. Tehemulê rengên Kurdan jî nakin. Bila qursên me li cihên ku tên dîtin bên vekirin. Bila qurs bên zêdekirin. Divê her kes bi zimanê xwe perwerdehiyê bigire.”
‘Fêrkirina ziman berpirsyariya civakiye’
Gulsum Yaman daxuyakirin ku wek keseke Tirk bi armanca piştgiriyê bide Kurdî tevli dersan dibe û got:” Ez ji ber vê serbilindbim.Ez ji paçeya wan dinêrim. Ez dixwazim Kurdan nas bikim zimanê wan nasnameya wan bizanibim. Li her derê Kurd hene. Ligel wan cih girtin min kêfxweş dike. Ez bi vê armancê li virim. Lî gorî min fêrkirina ziman berpirsyariyek civakî ye.”