Dayikan ji Amarayê bang kirin: Divê dewlet gavê bavêje

  • 16:13 11 Gulan 2025
  • Rojane
 
 
RIHA - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û TJA bi daxuyaniyek çapemeniyê ya ku li Amarayê, cihê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, Roja Dayikan pîroz kirin û banga aştiyê kirin.
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Tevgera Jinên Azad (TJA) li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê, gundê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo Roja Dayikan daxuyaniyek çapemeniyê li dar xist. Dayik li baxçeyê mala ku Abdullah Ocalan li Amarayê lê ji dayik bûye kom bûn û pankartek bi nivîsa "Diyariya herî baş a ku ji dayikan re were dayîn aştî ye" vekirin. Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol, birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û parlamentera Rihayê Dîlan Kunt Ayan beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Jinan li vir diyar kirin ku ew dixwazin aştî were û gotin bila dewlet gavê biavêje.
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyên wekî "Şehîd Namirin", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.