'ATK û Lijneyên Şopandin û Îdarî mekanîzmayên dijhiqûqî ne'

  • 09:06 12 Gulan 2025
  • Rojane
 
 
ENQERE - Ji Komîsyona Girtîgehan a OHD’ê Sîdal Bayrak got ger di qanûna înfazê de guherîn bê kirin divê ewil lijneyên şopandin û îdarî bên girtin û got: “Ger bixwazin mafê girtiyên nexweş bidin divê ATK raporên zanistî bide. Divê lijneyên şopandin û îdarî bên rakirin.”
 
Binpêkirinên mafan ên li hember girtiyan roj bi roj zêde dibin. Bi biryarên ATK û Lijneyên Îdarî û Şopandinê mafê jiyana girtiyan tê binpêkirin. Ji Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Sîdal Bayrak binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, biryarên ATK û lijneyên şopandina îdarî nirxand.
 
Di hucreyên yek kesî de mutbex û serşo wek qada hevpar tên bikaranîn
 
Sîdal Bayrak daxuyakirin ku li girtîgehan pirsgirêkên mezin tên jiyîn û got: “Ji ber pirsgirêkên fîzîkî yên girtîgehan şert û mercên tenduristiyê nayên avakirin. Xwegîhandina xizmetên asta 1,2 û 3’an de pêkanînên newekhev hene. Li girtîgehan hawirek paqij, hewa, ava paqij, xurekên baş tune ne. Demek berê em çûn Girtîgeha Jinan a Bunyanê. Girtiyên muebeta giran ên di hucreyên yek kesî de, gotin lavabo û mutbexa wan qada hevpar e.”
 
‘Mafê jiyanê tê binpêkirin’
 
Sîdal Bayrak diyar kir ku girtî nikarin xwe bigihînin alavên paqijiyê û wiha vegot: “Girtî qawişên xwe bixwe paqij dikin. Alavên paqijiyê kêm in. Van jî ji kantînan bi bihayekî mezin digirin. Ji bo sewqên nexweşxaneyan randevu dereng tên dayîn. Pir caran randevu bi hincetên cuda tên taloqkirin. Bi taybet girtiyên nexweş pirsgirêkên mezin dijîn. Her wiha bi hinceta ku hejmara leşkeran kêm e, girtiyan carnan nabin nexwşxaneyan. Dibêjin sewq hatine betalkirin. Girtî bi nexweşiyê re dimînin. Her wiha li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiyek jin a nexweş ku salek bû li benda randevuya mamografiyê bû, hîna randevu nedanê. Dema girtiyan bibin jî di bin şert û mercên dijmirovahî de dibin.”
 
‘Girtî nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê’
 
Sîldal Bayrak destnîşan kir ku girtiyên rewşa wan lezgîn û giran bin jî li şûna ambulansê bi rîngê dibin nexwşexaneyan û rîng jî wesayîtên bê hewa, bê ronahî ne. Sîdal Bayrak wiha bi lêv kir: “Nexweşxane ji bajar dûr in. Bi rîngê bi kelepçeyê dibin. Dema dibin bi pêkanînên ku rûmeta mirovan dişkînin re tên rû hev. Lêgerîna dev dema dibin nexweşxaneyê jî ferz dikin. Di dema dermanikrinê de cenderme jî li odeyê ne.  Li girtîgehan di salekê de 709 kesî jiyana xwe ji dest dan. Girtî baş bikevin girtîgehan jî ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş dikevin.”
 
‘Ji bo girtiyên nexweş divê înfaz bê taloqkirin’
 
Sîdal Bayrak axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji bo girtiyên nexweş bên dermankirin divê înfaza wan bê talokirin. Lê mixabin biryarên taloqkirina înfazê nayên dayîn. Pir îstîsna biryar bên dayîn jî di sînorê mirinê de tên dayîn. Sererastkirina Înfaza nû divê ji biryarên ATK’ê bên destpêkirin. Divê Lijneyên Şopandin û Îdarî li ber çavan bên derbaskirin. ATK û lijne mekanîzmayên dijhiqûqî ne. ATK di biryarên xwe de serbixwe tevnagere. Biryarên tên dayîn aliyê wê yê hiqûqî tuneye. Lijneyên Şopandin û Îdarî jî biryarên kêfî dide. Ger bixwazin mafê girtiyên nexweş bidin divê ATK raporên zanistî bide. Divê lijneyên şopandin û îdarî bên rakirin.”