
Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
- 13:39 10 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên ku di Komkujiya Garê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, di meha 115'emîn a komkujiyê de hatin bibîranîn.
104 kesên ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de di êrişa DAIŞ'ê ya li Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, di hefteya 115'emîn a komkujiyê de hatin bibîranîn. Bîranîn li cihê ku komkujî lê hat kirin hat lidarxistin. Di bîranînê de pankarta wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hat hilgirtin.