
Bê Aysel Dogan sê sal: Bedelên hatine dayîn bila vala neçin!
- 09:05 11 Gulan 2025
- Portre
Gulîstan Gulmuş
DÊRSÎM - Xwişka Aysel Dogan Menşure Dogan got divê ji bo pêvajoya aştiyê ya tê nîqaşkirin kedek mezin bê dayîn û got: “Em aştiyê dixwazin. Em dest jê bernadin. Bila bedelên hatine dayîn vala neçin.”
Aysel Dogan ku temenê biçûk de têkoşîn nas kir. Aysel Dogan beşek mezin a jiyana xwe li girtîgehan bi îşkenceyan derbas kir.Tevî vê dest ji têkoşîna xwe berneda û şûnde gav navêt.
Xwişka Aysel Dogan, Menşure Dogan der barê xwişka xwe de ji JINNEWS’ê re axivî.
Menşure Dogan der barê zarokatiya Aysel Dogan de wiha got: “Zarokatiya me li gundekî Xozatê derbas bû. Me dibistana seretayî li wir xwend. Em piştre hatin vir. Ayselê tu car ji Tirkî hez nekir. Pîra min Tirkî red kiribû, qet nediaxivî. Ji ber ku hatibûn surgukirin û qirkirin. Aysel ji ber vê gelek bi bandor dibû.”
‘Pere nede min bide malbatên di rê de tên’
Menşure Dogan daxuyakirin ku Aysel Dogan têkoşîna azadiyê nas dike û got: “Demekê mamostetî kir. Li taxa Tuzlu Çayir a Mamak a Eneqereyê bi hevalan re têkilî danî. Ez li girtîgehan li pey Ayselê bûm. Li çend girtîgehan geriya. Du salan carê mafê wan yê guhertinê hebû. Aysel nêzî 20 salan girtî ma. Xwişka min ya din piştgiriya borî didayê. Wê jî got ‘pere nedin min, bidin malbatên ku tên hevdîtina zarokên xwe, bila heqê rêya xwe bidin.’”
‘Ji bo Saîme û Sakîneyê pir giriya’
Menşure Dogan wiha dirêjî dayê: “Aysel Dogan bedelên giran dan. Ji bo hevalên xwe Sakîne Cansiz û Saîme Aşkin gelek xemgîn bû. Pir girêdayê wan bû. Bedelên giran da. Îşkenceyên mezin dît. Aysel beriya jiyana xwe ji dest bide got min li Dêrsîmê defin bikin. Wesyeta wê hebû. Dixwest li Dêrsîmê bê definkirin. Dema Ayselê dema ku ji helîkopterê hatibû avêtin qet jibîr nekir. Êşa xwe zêde nîşan nedida. Tiştên li Şengalê hatin jiyîn jibîr nedikir.”
‘Bedelên hatine dayîn bila vala neçin’
Menşure Dogan balkişand ser pêvajoya aştiyê ya niha tê nîqaşkirin û got divê têkoşîn bê dayîn û berpirsyariyên pêwist bên cih. Menşure Dogan wiha dawî lê anî: “Em aştiyê dixswazin. Em dest jê bernadin. Bila bedelên hatine dayîn vala neçin.”