
Li Stenbolê çalakiya 15'ê Gulanê
- 16:00 11 Gulan 2025
- Rojane
STENBOL- Rêxistina Navçeya Sancaktepeyê ya DEM Partiyê ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî çalakiyek li dar xist.
Rêxistina Navçeya Sancaktepeyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li avahiya navçeyê çalakiyek li dar xist. Di bernameyê de ku pankarta "Statûya Kurdî perwerdehîya bi Kurdî" hate daliqandin, Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) Cîhat Atabey û endamê Komeleya Lêkolînên Kurd Erkan Ozdaş jî beşdar bûn. Çalakî piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Endamê Komeleya Lêkolînên Kurdî Erkan Ozdaş di çalakiyê de axivî û li ser dîroka zimanê Kurdî, tiştên ku divê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê werin kirin û girîngiya statuya zimanê Kurdî agahî da.
Piştre hunermendê MKM'ê Cihat Atabey stranên Kurdî got. Di çalakiyê de Roja Dayikan jî hate pîrozkirin.