
ROJEVA 13'Ê GULANA 2025'AN
- 09:00 13 Gulan 2025
- Rojev
*Zimanê kurdî di dîrokê de her tim rastî polîtîkayên qedexekirinê û zextan hatiye. Kovara Hawarê di geşedan û pêşveçûna zimanê kurdî de roleke dîrokî lîstiye. Loma roja destpêka weşana kovarê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Di qonaxa Kovara Hawarê de gelek nivîskar û helbestvan û lêkolînerên zimanê kurdî xwe perwerde kirin. JI PÊNÛSA JINAN
* Abdullah Ocalan ku di parastina rastiya Kurd de polîtîkayên înkar, îmha û qirkirinê yên ku Kurd dimeşînin dihewîne, polîtîkayên înkarê yên ku Kurd tên jiyîn bi gotinên, “Ev rastiya bi heybet, wêrek û kedkar a Rojhilata Navîn di serdema nûjen de, di serdema nûjen de hema bêje bi dîroka serdemên nûjen re rû bi rû maye."
* Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî Viyan Hesen têkildarî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî diyar kir ku bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, şoreşa zimanê Kurdî dest pê kir û got:” Îro ji dibistanên seretayî heta zanîngehan perwerde bi Kurdî ye. Vê yekê jî gav bi gav em dikarin wekî destkeftiyên şoreşê binirxînin.” BI DÎMEN
*Hate diyarkirin ku xwendekara piştî tacîza leşker û esnafan a li Xozatê alîkarî xwest, hem ji aliyê leşkeran ve û hem jî ji aliyê midûrê pansiyona ku lê dima ve gef û zextên derûnî lê tên kirin. DÎMEN HEYE
*Jinan piştî biryara fesihkirinê ya ku di 12'emîn Kongreya PKK'ê de hatiye girtin, diyar kirin ku divê dewlet gavê biavêje. Jinan gotin ku "Heta çareseriyek çêbibe em ê li meydan û kolanan bin" û tekez kirin ku ew ê bibin pêşengên siyaseta demokratîk. DÎMEN HEYE
* Piştî ku PKK'ê di Kongreya xwe ya 12'emîn de têkoşîna çekdarî bi dawî kir, siyasetmedaran tekez kirin ku divê dewlet gavên qanûnî bavêje û zimanê aştiyê xurt bike da ku pêvajo veguhere aştiyeke mayînde. DÎMEN HEYE
*Malbatên wan diyar kirin ku ew deyndarê berxwedana damezrînerên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun in û gotin, "Eger em dilsozê şehîdên xwe ne û dixwazin bîranînên wan zindî bihêlin, pêwîste em banga 'aştî û civaka demokratîk' bi xurtî qebûl bikin û bixin pratîkê." BI DÎMÊN