Li Meclisê çalakiya ji bo zimanê Kurdî: Kurdî hebûna me ye

  • 14:11 13 Gulan 2025
  • Rojane
ENQERE - Di Komcivîna DEM Partiyê ya li Meclisê de bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dowîzên Kurdî hatin hildan û wêneyê Sirri Sureyya Onder hate danîn.
 
DEM Partiyê Komcivîna xwe ya Meclisê li dar xist. Di civînê de wêneyê Endamê Şandeya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder ku jiyana xwe ji dest da li ber kursiyê axaftinê hat bicihkirin.
 
Her wiha bi rasthatina 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî dowîzên bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên zimanê Kurdî li ser maseyan hatin danîn.
 
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk jî beşdarî civînê bûn.
 
Siyasetmedaran dowîzên bi nivîsên wek “Statuya Kurdî, Perwerdeya bi Kurdî”, “Kurdî hebûna me ye”, “Ziwanê mi welatê min o” û “15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” dan destê xwe.
 
Vê hefteyê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û geşedanên di rojevê de nirxand.