'Aştî bi eşkerekirina aqûbeta windayan pêkan e'
- 15:28 17 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya “Hefteya Kesên Hatine Windakirin” daxuyanî hatin dayîn û Xizmên Windayan banga pêkanîna edaletê kirin û daxwaza darizandina kiryaran anîn ziman.
Li Amed, Êlih, Colemêrg, Îzmîr û Edenê Xizmên Windayan çalakiya xwe pêk anîn û li aqûbeta windayên xwe pirsîn û banga pêkanîna edaletê kirin.
Amed
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD a Şaxa Amedê bi daxwaza winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 849'emîn de li li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû çalakiya xwe berdewam kirin. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban, rêveberên ÎHDê, Xizmên Windayan û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hatin hildan.
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Şerîf Avşar yê ku di 22'yê Nîsana 1994'an de li navçeya Yenîşehîra Amedê di binçavan de hatibû windakirin, hate pirsîn.
Ewilî Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban axivî û bi bîr xist ku ew di Hefteya Windayan de ne û da zanîn ku Neteweyên Yekbûyî ev hefte ji bo windayên di binçavan de ragihandiye û got: “Lê dewletan dîsa van bûyerên berdewam kir. Dewleta Tirk ev peyman îmza nekir ji bo vê rojê. Di erdnigariya Kurdistanê de gelek kes hatin binçavkirin û hatin kuştin. 4 hezar zêdetir gorên komî hene. Dema ku Erdogan Serokwezîr bû soz da ku wê daxwaza Dayikên Şemiyê bicih bîne. Lê Erdogan li pişt soza xwe nema. Dayika Berfo ji bo kurê xwe û hemû windayan çû cem Erdogan lê temenê wê têr nekir û koç kir. Piştî hefteyekê wê bibe 30 sal ku ev çalakî berdewam bike.
Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê gavek avêt. Lê dewlet he jî gav neavêtiye û aqûbeta windayan nehatiye ronîkirin. Tenê bigavavêtina PKK re aştî nayê. Em bi israr dipirsin xizmên me li ku ne? Ev bûyer bûye sedema bûyerên din. Divê tevahiya windayan werin dîtin û sûcdar bên darizandin. Ev daxwaza me em dizanin ku bi aştiyek mayînde dê pêk were.”
Êlih
Li Êlihê jî xizmên windayan û endamên ÎHD'ê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê çalakiya 685'an pêk anîn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta karsazê Geverê Kadîr Keremoglû yê ku ji bo nimêjê çûbû mizgeftê û di 14'ê Nîsana 1995'an de hat revandin, hat pirsîn. Çîrok ji aliyê Rêveberê ÎHD Êlih Şubeyê Huseyîn Elçî ve hat xwendin.
Colemêrg
Endamên Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 175'an de li Geverê li Kolana Hunerê hatin cem hev. Piştî daxuyaniya bi wesîleya "17-31'ê Gulanê Hefteya Windayan" çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de ku pankartên "Kiryar diyar in, winda li ku ne" û "Winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin hilgirtin de, berpirsyarên qetilkirina Hasan Ateş ê di sala 1994'an de di serdegirtina mala xwe ya gundê Marufan a navçeya Çelê de di serdegirtina mala xwe de hat qetilkirin hatin pirsîn.
Îzmîr
Çalakiyên ku ji duhefteyan carekê tên lidarxistin ên Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê ya bi daxwaza "Winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" vê hefteyê jî dewam kirin. Di çalakiya ku li ber Sûmerbanka Kevin a Konakê hat lidarxistin de pankartên bi nivîsa “Windan wijdanin, xwedî derkeve” û “Kiryar diyar in, winda li ku ne” hatin vekirin. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş di daxuyaniyê de bal kişand ser "Hefteya Windayan a 17-31'ê Gulanê" û wiha got: "Em careke din bi dengekî bilind dibêjin ku em ê dest ji lêgerîna edaletê bernedin. Ev sûc nikare bi şert û mercên hiqûqê bê darizandin."
Piştî ku Zîlan Gumuş daxwazên xwe rêz kir, daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.
Edene
Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê bi wesîleya "Hefteya Windayan" li Parka Înonû daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên bajêr amade bûn de, daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Parêzer Yakup Ataş ve hat xwendin.
Yakup Ataş, diyar kir ku pêkanînên windakirina bi darê zorê rastiyek e ku divê Tirkiye li ber xwe bide û ev yek binpêkirineke giran a mafên mirovan e. Yakup Ataş wiha got: "Em dizanin ku pêkanîna van daxwazan ancax di hawîrdora aştiyeke mayînde de pêkan e. Aştiya rast encax bi vegerandina hafizeya civakî, pêkanîna tam ya edaletê û bi tevahî naskirina mafên mirovan pêkan e. Divê derfeta aştiyê neke qurbana hesabên siyasî, ji bo aştiyeke adil û daîmî pêk were divê îradeyeke xurt a siyasî bê nîşandan."
Şaxa ÎHD'ê ya Hatayê jî bi wesîleya "Hefteya Windayan" li avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da û edalet xwest.
Enqere
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê tekildarî 17-31'ê Gulanê Hefteya Windayan li Cadeya Sakarya ya navçeya Çankaya ya Enqerê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Em di hefteyê windayan de daxwazên xwe yên, heqîqet, aştî û edaletê careke din ji nû ve tînin ziman” dinivisî hilgirtin. Endam û nûnerên rêxistinên demokratîk jî tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê endama ÎHDê ya Şaxa Enqerê Viyan Saraç ve hat xwendin.
Viyan Saraç anî ziman ku polîtikayên bê cezahiştinê pêşî li aştiya civakî û dewleteke hiquqî digrê û daxwazên xwe wiha anîn ziman:
“* Divê aqûbeta hemû kesên ku di binçavan de winda bûne were eşkerekirin.
* Divê sûcdar û berpirsiyarên sûc werin darizandin û li ber edaletê hesab bidin.
* Windakirina bi zorê divê di Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê de wekî sûcek li dijî mirovahiyê were naskirin.
* Divê pratîkên bêcezatiyê bi dawî bibin.
* Divê Tirkiye hevpeymana Neteweyên Yekbûyî li dijî Windakirinên Bi Zorê îmze bike û wê bixin pratîkê.
* Divê qedexeya li ser Qada Galatasarayê demildest bi dawî bibe.
* Ji ber vê yekê, “aştîya neyînî” ya ku bi biryara danîna çekan derket holê
* Divê derfeta aştiyê ji bo hesabên siyasî neyê qurbanîkirin; ji bo avakirina aştiyeke dadperwer û mayînde divê îradeyeke siyasî ya xurt were nîşandan.”