Raphaêlle Prîmet: Aştiya yek alî nabe

  • 09:07 16 Gulan 2025
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Hevseroka Koma Welatî û Komunîst a Parîsê Raphaêlle Prîmet der barê biryara berdana çekan a PKK’ê û berpirsyariya dewletê de axivî û got: “Ev derfetek dîrokiye lê hîna zemîna wê ne diyare. Aştî yek alî ne pêkan e. Divê mafê Kurdan û kêmarên din yên Tirkiyeyê bên nasîn, mafên siyasî bên nasîn, pêvajoyek demokratîk ya rastî û azadiya fikr û ramanê bê nasîn.”
 
PKK’ê daxuyan ku 12’yemîn kongreya xwe di navbera 5-7’ê Gulanê de pêk anî û 12’yê Gulanê de jî encamname weşand. Di encamnameyê de hat diyakirin ku xwe fesh kiriye û xebatên têkoşîna çekdarî bidawî bûye. Biryara hatiye dayîn erênî bê pêşwazîkirin jî hîna xebatek nehatiye destpêkirin û parlamento neketiye dewrê.
 
Hevseroka Koma Welatî û Komunîst a Parîsê û Seroka Komîsyona Çand û Mîrateyê ya Konseya Parîsê, cigira şaredar  Raphaêlle Prîmet der barê pêvajoyê de axivî.
 
‘Di alî stratejîk de jestek xurt e’
 
Raphaêlle Prîmet da zanîn ku biryara PKK’ê gavek stratejîke û got: “Piştî gongreyê daxuyaniya hatiye dayîn dîrokeiye. Bidawîkirina têkoşîna çekdarî, feshkirina rêxistin û bidawîkirina xebatan, jestek siyasî ya xurt e. Ez vê erênî pêşwazî dikim.”
 
‘Têkoşîna îro demokratîke’
 
Raphaêlle Prîmet destnîşan kir ku li cîhan û herêmê guherînek ji kokê heye û bi vê guherînê re jî nêrîna leşkerî qels dimîne û wiha domand: “Di alî herêmî de ji kokê guherî:Hewl hat dayîn PKK’ê tenê bihêlin. Baragehên Kurdistana Iraqê yek bi yek ji aliyê dewleta Tirk ve hedef hatin girtin. Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd bi cidiyet nedianî rojevê. Di vî alî de  nikare bi nêrînek leşkerî bê dest girtin. Têkoşîna îro siyasî û demokratîke. DEM Partî tevli vê mantiqê dibe. Dizanin ku pirsgirêka Kurd bi hêzên din yên pêşketî re dikare bigihêje têkoşîna netewî û ji bo vê jî alternatîek siyasî bê afirandin. Ev ferze.”
 
‘Êdî gog li qada dewleta Tirk e’
 
Raphaêlle Prîmet bi lêv kir ku ev biryar ji bo xitimandina siyasî û demokratîk bersive û wiha dirêjî dayê: “Birêz Ocalan tevî ku 26 sale di bin tecrîdê ye, fêm kir ku têkoşîna çekdarî êdî xitimiye. Ligel vê derfet da Erdogan. Biryara PKK’ê jî bersivek stratejîke. Êdî gog di qada dewleta Tirk de ye.
 
‘Aştî yek alî nabe’
 
Raphaêlle Prîmet wiha dawî lê anî: “Pirsgirêke ev e; Erdogan êrîşên li ser Kurdan didomîne. Tevî daxuyaniyên Birêz Ocalan tecrîd hîna didome. Belê derfetek dîrokî heye lê hîna zemîna wê ne saxleme.  Aştî yek alî nabe. Divê dewleta Tirk gavên şên ber bavêje. Divê pêvajoya demokratîk bê destpêkirin. Mafê siyasî bên nasîn. Divê mafê Kurdan û kêmarên Tirkiyeyê bên nasîn.”