Tulay Hatîmoglulari li Kongreya NADA'yê axivî

  • 16:47 16 Gulan 2025
  • Rojane
 
SILÊMANÎ - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogullari di Kongreya NADA'yê de axivî û bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kongreya PKK'ê û got, "Em dikarin vê pêvajoyê bi aştiyê tacîdar bikin û avakirina civakeke demokratîk a ji Rojava li hemû herêman belav bibe, pêk bînin."
 
Kongreya Koordînasyona Jinên Herêmî ya Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) ku li Silêmanî tê lidarxistin di roja xwe ya duyemîn de didome.  Kongre bi axaftinên der barê komxebatan de berdewam kir û Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tûlay Hatîmogullari bi sernavê "Di Însiyatîfa Aştî û Civaka Demokratîk de Rêbertiya Jinê" axaftinek kir. 
 
Tulay Hatimogullari, anî ziman ku di sala 2021'an de dema ku NADA'yê li Beyrûdê hat damezrandin ew wekî delegeya NADA'yê bû û got, "Ev ji bo herêmê xebateke gelekî, gelekî girîng e. Divê em jin destekê bidin vê xebatê. Divê em xebatên wê yên pratîkî zêdetir bidin xuyakirin. Ji ber ku pêwîstiya jinên herêmê gelekî bi xebateke bi vî rengî ya enternasyonalîst heye.  Sîstema serdest a mêran e, di şert û mercên îroyîn de, kapîtalîzm hevkariya mêran dike. Weke jinên li vê salonê em şahidên zindî yên van welatan e û em dizanin ku çi dijîn, Filistîn, Yemen, Libnan, Iraq, Sûriye... Ez hemû Filistîniyên ku di qetlîama mezin a gelê Filistînê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim.
 
Tecrûbeya Rojava
 
Tûlay Hatimogullari di berdewamiya axaftina xwe de got: “Îslama siyasî ya ku li herêma me serdest, yek ji mijarên ku divê em û NADA li ser bisekin. Mînakên wekî DAIŞ, Boko Haram û hwd., nîşanî me da ku li cihên ku rêxistinbûna jinan, têgihîştina laîk û wekhevîxwaz a jinan tune be, ev pêkhate di nav civakê de zû zerarê dide Şoreşa jinê û dibe sedem ku bi lez û bez bikevin nava civakê. Ji bo jinên ji hemû gelan û baweriyan ez nikarim li vir rêz bikim, ji bo ku em civakek demokratîk fam bikin, divê em fêr bibin û bibihîzin. Di vî warî de tecrûbeya Şoreya Jinê ya Rojava cihê sûdgirtinê ye.
 
Pirsgirêka Kurd
 
Li ser banga 27’ê Sibatê PKK’ê 12'emîn Kongreya xwe li dar biryara bidawîkirina şerê çekdarî da û diyar kir ku ji bo pêşxistina rêbaza siyaseta demokratîk biryar daye ku bi rêbazeke nû tevbigere.  Ev geşedan ne tenê bandorê li Tirkiyeyê dike; Wê bandorê li Iraq, Îran û Sûriyê jî bike. Ji bo aştî û siyaseta demokratîk rûpeleke dîrokî hatiye vekirin. Weke tevgera jinên Tirkiyeyê em bi taybetî jî Meclîsa Jinê ya me bi tevgera jinên Kurd re hemû tiştên ku ji destê me tê dikin. Ev pêşketin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ku li Rojhilata Navîn birîneke, gaveke dîrokî ye. Em dikarin vê pêvajoyê bi aştiyê tacîdar bikin û civakeke demokratîk a ku ji Rojava li hemû herêman belav bibe ava bikin.
 
Li vê erdnîgariyê li gel tundiya heyî jinên ku azadiyê dixwazin berê jî hebûn û niha jî hene û wê di pêşerojê de jî hebin...
 
Mara, haya, hurriyye, Jin Jiyan Azadî.”