Li gumanbarê destdirêjiyê Muammer Ugur 82 sal cezayê girtîgehê

  • 18:43 16 Gulan 2025
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Di danişîna doza mamosteyê bi navê Muammer Ugur de ku ji ber sûcê destdirêjiya li 4 zarokan dihat darizandin, 820 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
 
Danişîna doza mamosteyê gumanbar Muammer Ugur ku ji ber sûcê “destdirêjiya sîstematîk a hember zarokan” a li dijî zarokên bi navên D.S.B. (13), M.A. (11), A.A. (11) û A.G.Z. (12) ên li Dibistana Seretayî-Navîn a Şehît Komîser Umut Tunçay tê darizandin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Parêzerên Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê, parêzerên WEzareta Malbat û Xizmetên Civakî û parêzerên zarokên mexdûr tev li danişînê bûn. Midûriyeta Polîtîkayên Jinan ên şaredariyên Cizîr û Silopiyayê û endamên Meclisa Jinan a DEM Partiyê jî doz şopandin. 
 
Bersûc Muammer Ugur, li girtîgeha lê tê ragirtin bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û îdia kir ku zarok der heqê wî de rast naaxivin. Ugur, îdia kir ku li dijî wî komplo hatiye kirin. 
 
'Dixwazin darizandinê dirêj bikin’
 
Ji parêzerên zarokên mexdûr Muzeyyen Guçlu, diyar kir ku bersûcî li dijî zarokan sûcê “azardana zarokan a sîstematîk” kiriye û got: “Parastina bersûc kirî bi temamî îftîra ye.” Muzeyyen Guçlu xwest ku bêyî sûcê bersûc were daxistin, were cezakirin. 
 
Parêzerên wezaretê û yên baroyê jî xwestin bersûc were cezakirin. 
 
Dozger jî mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest bi sûcê “azardana zarokan a sîstematîk” were cezakirin. 
 
Piştî parastinan, dadgehê navber da û malbata bersûc gef li parêzerên Baroya Şirnexê xwarin û heqaret lê kirin. 
 
82 sal cezayê girtîgehê
 
Dadgehê ji ber sûcê li dijî D.S.B.’yê 15 sal cezayê girtîgehê, ji ber sûcê li dijî A.A., M.A. û A.G. cuda cuda 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da bersûc. Ji ber sûcê “Ji azadiyê bêpar hiştiye” jî biryara beraetê da.