
Kongreya Hevgirtina NADA berdew dike
- 11:48 17 Gulan 2025
- Rojane
SILÊMANÎ - Yekemîn Kongreya Hevgirtina NADA ku nêzîkî 200 jin ji 18 welatan, bi taybetî ji Rojhilata Navîn û Efrîqayê beşdar bûn, îro di roja xwe ya 3’yemîn de berdewam dike. Kongre wê piştî temamkirina bernameya xwe bi axaftina girtinê bi dawî bibe.
Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê Kongreya Yekemîn a Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) bi diruşmeya "Bi Şoreşa Jinê Ber bi Civakek Demokratîk ve" destpê kir. Kongre îro di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike. Tê payîn Kongreya Hevgirtina NADA piştî sê rûniştinan bi axaftina girtinê bi dawî dibe.
Bernameya Roja Sêyem 17’ê Gulanê: Kongreya rêxistinî ya Hevgirtina NADA
10:00 – 10:15 Sînevîziyon: Çalakiyên herî girîng ên Hevgirtina NADA di salên (2021 – 2025) de
10:15 – 12:00 Rûniştina yekem:
Performansa Hevgirtina NADA
Dîwan: Dr. Encêla Al-Muaamarî, Dr. Hîbe Haddadîn, Selwa Gîga
Xwendina Rapora Hevgirtina NADA di Navbera salên (2021-2025) de
Nirxandina Performansa Hevgirtina NADA: Aliyên Erênî û Nerênî
12:00 – 01:00 Rûniştina Duyem:
Belgeyên Stratejîk
Dîwan: Buşra Alî, Hanan Osman, Dr. Abîr Hassaf
Pejirandina Belgeya Konfederasyona Jinan a Demokratîk a Cîhanî weke referanseke bingehîn ji bo Hevgirtina NADA
Pejirandina Belgeya Şoreşa Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke referanseke bingehîn ji bo Hevgirtina NADA
Pesendkirina belgeya çarçoveyî û Rêziknameya Hevgirtina NADA
01:00 – 01:30 navbera çay û qehweyê
01:30 – 02:30 Rûniştina Sêyem:
Plan û pirsgirêkên stratejîk heta kongreya duyemîn a Hevgirtina NADA
Dîwan: Nîmet Koko, Zhûr El-Meşrîqî, Hacer Ozdemîr
02:30 – 03:30 Hilbijartin
Dîwan: Nîmet Koko, Dr. Encêla Al-Muaamarî, Buşra Elî
03:30 – 03:45 Daxuyaniya Dawî (Nûbahar Mustafa)
03:45 – 04:00 Gotina Dawî
04:00 – 05:30 Navbera xwarinê
05:30 – 07:00 Şeveke hunerî (Opêra, Govend)
Roja Çarem 18’ê Gulanê
Gera arkeolojîk û turîzmê (vebijarkî)