'Zimanê Kurdî hebûna gelê Kurd e'

  • 13:50 16 Gulan 2025
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinan diyar kirin ku ew bi israra xwe parastina zimanê xwe dikin û wiha gotin:"Dijminên gelê Kurd gelek  car ji bo zimanê Kurdî qir bikin polîtikeyên cur bi cur ên înkarê li ser gel dan meşandin lê bi têkoşîna gelê kurd li hember hewildanên wan ew sîstem vala hatin derxistin."
 
Bi boneya 15'ê Gulanê roja zimanê Kurdî li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ji aliyê Navenda Lêkolînên Jineolojî çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî li mala xwendinê a pakrewan Nagîhan Akarsal ku dikeve taxa Şerqî bi beşdarbûna rêxistinên jin û xwendekaran hat lidarxistin. Di çalakiyê de semîner li ser zimanê Kurdî hat dayin her wiha li ser jiyana Celadat Elî Bedirxan sînevizyon hat temaşekirin, stran hatin gotin.
 
Jinên tevli çalakiyê bûn li ser 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî axivîn. 
 
'Zimanê Kurdî ji bo me hebûn û nasnameya me ye'
 
Ji aliyê xwe ve ji Rêveberiya Mala Xwendinê ya pakrewan Nagîhan Akarsal Zeyneb Mihemed axaftina xwe ji ajansa me re kir û têkildarî roja 15'ê Gulanê wiha got:"Em roja zimanê Kurdî li hemû gelên Kurd pîroz dikin, zimanê Kurdî ji bo me hebûn û nasnameya me ye."
 
 
'Ziman bi têkoşînê hat parastin'
 
Di dewama axaftina xwe de Zeyneb Mihemed da zanîn ku ew bi israra xwe parastina zimanê xwe dikin û wiha got:"Dijminên gelê Kurd gelek  car ji bo zimanê Kurdî qir bikin polîtikeyên cur bi cur ên înkarê li ser gel dan meşandin lê bi têkoşîna gelê kurd li hember hewildanên wan ew sîstem vala hatin derxistin."
 
'Em ê her xwedî li keda nemirên xwe derkevin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Zeyneb Mihemed da tekez kirin ku ew xwedî li bedelên ku dane derdikevin û wiha got:"Li me hatibû qedexekirin ku em bi zimanê Kurdî biaxivin. Ji bo ev yek bê şikandin me gelek bedelên giranbuha dan bi saya keda pakrewanên me îro em gihiştin vê rojê ku em bi zimanê xwe yê dayikê fêr û perwerdeyê dibînin. Em ê her xwedî li keda nemirên xwe derkevin."
 
'Zimanê Kurdî cihê danûstandinê ye'
 
Di heman demê de jî endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya taxa Şêxmeqsûd Şêrîn Xelîl roja 15'ê Gulanê pîroz kir û wiha pê de çû:"Em roja zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd pîroz dikin. Îro zimanê me yê Kurdî bûye cihê rêbaza danûstandinê di navbera mirovahiyê de."
 
'Bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û şanaz bin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Şêrîn Xelîl da zanîn ku ew bi saya felsefeya Abdullah Ocalan zimanê xwe parastin û wiha got:"Ji ber ku yê ku vîn û îrade di me de çand da ku em li dijî hemû sîstemên qirkirinê serî hildin rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan bû. Îro em deyndarê rêbertî ne. Têkoşîna me wê her bê berdewamkirin ji bo parastina ziman û nirxên xwe. Divê hemû gel jî bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û şanaz bin. Hêviya me ew e ku di Sûriyeyê de zimanê Kurdî bi awayekî fermî weke sîstem di destûra nû de were rûniştandin."